Fêdên ferhengan (teknîkî)

Ferheng parçeke mezin ya gelek tiştan in. Ev meqale li ser tiştên teknîkî ye.

Sinifandin û cûre derxistin (Part-of-speech tagging)

Program karin bi arîkariya ferhengan sinifê gotin/xeber/kelîman derxin. Yanî di cimla "Ez dixwazim xwarin bixwim" programek kare tesbît bike bê "ez" cihnavek e, "dixwazim" formeke lêkerekê ye, "xwarin" navdêrek e û "bixwim" formeke lêkerekê e.

Ra û lemayê ji tewandinê derxistin (Morphological analysis)

Piştre ji tewandinê karin werin derxistin û me'lûmatên wan karin werin dîtin:

Programên rastnivîsandinê (Spell correction)

Piştî derxistina cûrê ferheng kare meyzînê ka ma ev tişt li gora ziman ẍelet e yan rast e. Dûvre jî di nav nivîsê li ẍeletiyên weke ḧerfên mezin û piçûk li cihên ẍelet û niqteşaniya ẍelet.

Klavyên telefonan (Mobile keyboard)

Klavyên telefonan karin bi ferhengan û programên sinifandinê teklîfên hêja ji bonî gotin/xeber/kelîma ko wê piştî ya niha ê û nivîsandina rast ya kelîman bidin.

Ji deng naskirina şteẍaliyê ("ASR", Speech recognition)

Program karin bi ferhengan û cûre derxistinê re texmînên hêja bikin ka kesek çi dibêje. Ji ber ko di nivîsandinê de ḧemû deng nînin kare me'neke rasttir bi riya dengên di nivîsê de ne veqetandî bibîne.

Ji nivîsê çêkirina dengan ("TTS", Text to speech)

Nivîsandina kurmancî çiqasî ḧemû dengan veneqtîne jî ne zêde dûrî wê ye. Alfaba ferhenga me ji bêhtir dengan pêk tê û em hêvî dikin tiştên berbelav weke IPA bi kar bînin. Bi van re program karin dengên weke mirovan çêkin ji bonî tiştên weke kitêbên deng.

Tercimekirin (Translation)

Însan jî program jî bi arîkariya ferhengan karin nivîsan tercime bikin.

Herî talî 22:21, 28 gulanê 2025 hate guhartin.